Sunday 23 September 2018

Bi amadebûna Serok Barzanî, li bajarê Silêmanî ahenga cemaweriya ji bo piştevaniya Lîsta 183 ya PDK birêveçû



Serok Barzanî spasî xweragirî û dilsozî û fedakariya xelkê bajarê Silêmanî kir û ragihand, divê qorxkirina desthilat li hemû cîhek bi dawî bê, diyare jî li ku qorxkirina desthilat heye, em dixwazin dewleta yasa dabimezrê û hemwelatî wekhev bin û hemû bi mafên xwe şad bin û mîzaca şexsî hikûm bi çarenûsa wan neke. Mehale qebul bikin carekî din te'heda li xelkê hejarê vê deverê bê kirin.

Ev gotinên Serok Barzanî li ahengekî cemawerî da hat ku roja yekşem 23ê Eylûla 2018 li bajarê Silêmanî ji bo piştevaniya li lîsta 183 ya Partiya Demokrata Kurdistanê birêveçû.

Li vê ahenga cemawerî da ku bi amadebûna hejmarekî ji endam û alîgirên PDK yên li sînorê Encûmena Serkirdayetiya Parêzgeriya Silêmanî - Helebçe birêveçû, Serok Barzanî ragihand, me çend rojek maye ji bo hilbijartinekî çarenûsaz hilbijartinek ku eger xwedê derfet da û PDK serkeftinekî mezin bi dest ve anî, guhertinên mezin û çaksaziyekî mezin jî dike.

Serok Barzanî her wiha ragihand: Spas û pêzanînên xwe û hemû hevalên xwe yên li serkirdayetiya PDK ji bo partiyên vê deverê heye, ji ber ku gelek baş em agahdarî daxwazên wene, her ji dema Ze'îm Sidîq ve heta îro, teror û teqandin û bêbeşkirina beşa we bûye li vê deverê, lê belê hûn xweragir bûn û em hatine ji we fêrî xweragiriyê bibîn, xweragiriya we cihê şanaziye û şanaziyê bi we dikîn. Divê dawî bi vê rewşa nelibar bê.

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî behsa pirsa yekrêziya li nav mala Kurd kir û ragihand: Behsa nav mala Kurdî û yekrêziyê gelek tê kirin, belê wiha bizanim hûn hemû wê şahidiya me dikin ku her çi ji destê me da bûye, me kiriye bo ku nav mala Kurd yek bê û parastî bê, lê belê eve divê bi me hemûyan bê kirin, me stratejî û armanca xwe heye, kî li gel me hevrê bê, li gel wan da tebayîn û yek malîn, ewên dijî vê armancê bin, zehmete yek rêz û yek mal bîn.

Serok Barzanî armanca Partiya Demokrata Kurdistanê jî rûnkir û ragihand: Em xwediyê dozeke rewane, we selmand ku bi navê wê rêbaz û dozê da azîztirîn kesên we û me canê xwe gorî kirine, ew jî niştimane û Kurdistane.

Serok Barzanî rû li hemwelatiyên Silêmanî kir û ragihand: Hûn ezîz û xweşdiviyên mene, gelek baş ji daxwazên we têdigihîn, lê belê hêvîdikim piştî 30ê Eylûl, êdî dawî bi wan êş û azarên we tê.