Wednesday 17 June 2020

Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Mamosta Mela Hemed Emîn Giwêzlêngeyî kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan li malbata Mamosta Mela Hemed Emîn Giwêzlêngeyî

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê şoreşa Eylûl û Gulanê Mela Hemed Emîn Giwêzlêngeyî gihîşt me.

Mamosta Hemed Emîn Giwêzlêngeyî gedeyeke bi wefa û dilsozê Partî û Rêbaza Barzanî û kesayetiyeke niştimanperwer bû.

Bi vê helkefta xemgîn sersaxiyê li tevahiya malbata we ya birêz û xizm û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Mamosta Mela Hemed Emîn bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
17.06.2020