Wednesday 10 July 2019

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nû kir



Roja çarşem 10.07.2019 Serok Mesûd Barzanî li ser rûpela xwe ya taybetî ya li tora civakiya Twitterê pîrozbahiyê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku eve jî naveroka wê ye:

Pîrozbahiyê li Mesrur Barzanî û kabîneya wî dikim ku îro baweriyê li Parlemena Kurdistanê wergirt.

Hêviya serkeftinê ji bo Serok Wezîrê nû yê Herêma Kurdistanê dixwazim û bi hemû şiyanek ve piştgîriyê li pêkanîna berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê dikim.