Friday 8 March 2019

Serok Barzanî ji bo helkefta heştê Adarê li twitter peyamek belavkir



Serok Barzanî bi helkefta heştê Adarê li tora civakiya twitter peyamek belavkir ku evê li xwarê jî naveroka wê ye:

Bi helkefta heştê Adarê roja cîhanî ya jinan pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim.

Jinên Kurdistanê mînaka cangorî û xweragirî û bihayên mirovayetiyê ne.

Hêviya bexteweriyê ji bo hemû jinên Kurdistanê dixwazim. Hêvî dikim dawî bi çewsandin û êş û azarên wan bê.