Monday 11 March 2019

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta salvegera pexşa kanala Zagros TV bi zimanê Erebî



Bi helkefta derbasbûna salek li ser pexşa kanala Zagros Tv ya bi zimanê Erebî, Serok Mesûd Barzanî peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî birêveber û karmendên kanalê kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Birêveber û Karmendên Kanala Zagros Tv ya bi zimanê Erebî

Li salvegera yekem pexşa kanala Zagros Tv ya bi zimanê Erebî, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim û hêviya berdewamî û pêşketinê bo we dixwazim.

Pexşa Zagros Tv ya bi zimanê Erebî pêwîstiyekî gelek gîrîng bû ji bo raya giştî ya Erebî li Iraq û welatên Erebî û peydakirina kanalên diyalog û pêkve jiyanê li navbera gelan û xizmetkirina aştî û aramî û berev pêşveçûn û veguhestina wêneyê rastîn ya wê geşbûna ku Herêma Kurdistanê li hemû warên jiyana civakî û aborî û avadankirin û siyasî û çespandina kultura lêborînî û qebulkirina ewên din de pêkhatiye.

Bi vê helkeftê, hêviya berdewamî û berev pêşveçûnê ji bo we dixwazim û hêvîdarim bikarin li gel geşkirina warên ragihandinê beşdarbin li belavkirina kultura birayetî û lêborînî û dijayetîkirina tundiyê ku beşekin ji armancên gelê Kurdistanê ya li serfirazî û azadiyê.

Mesûd Barzanî
11/Adar/2019