Bi helkefta salvegera şest û pênc saliya damezrandina her dû rêxistinên Yekîtiya Xwendekarên (Qutabiyên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, Serok Barzanî peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî her dû rêxistinan kir û ragihand: Xwendekar û Lawên Demokrata Kurdistanê li hemû qonaxekî xebata gelê me da erk û cihê destê wan diyar bûye û cihê pêgihandin û perwerdeya Kurdayetî û Niştîmanperwerî û çavnetirsî bûne û li wê rêyê da qurbaniyê dane. Niha jî ku gelê me li qonaxa berxwedan û çespandina mafan û derbaskirina asteng û gefan daye, erkê xwendekar û lawan li hemû demekî hestiyartir û girantire.
Naveroka peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta salvegera şest û pênc saliya damezrandina her dû rêxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê pîrozbahiya xwe pêşkêşî her dû sekreteriyeta xwendekar û lawan û hemû xwendekar û lawên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Xwendekar û Lawên Demokrata Kurdistanê li hemû qonaxekî xebata gelê me da erk û cihê destê wan diyar bûye û cihê pêgihandin û perwerdeya Kurdayetî û niştimanperwerî û çavnetirsiyê bûne û li vê rêyêda qurbaniyê dane. Niha jî ku gelê me li qonaxa berxwedan û çespandina mafan û derbaskirina asteng û gefan daye, erkê xwendekar û lawan ji hemû demek hestiyartir û girantire.
Pêwîste xwendekar û lawan ji berê zêdetir dûv li bihayên bilindên xebat û Kurdayetiyê bin û ji gefan bê hêvî nebin. Gelê me û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xweragirane qurbaniyê dane, li beranber dîktatorî da rawestane û teror û hizra tundrewiyê jî têkşikandine. Her wiha bi awayeke aştîxwazane daxwaza mafê xwe yê rewa kirine û li hemû qonaxan da bi îradeyekî bi hêz û polayîn berdewam bûne.
Eve karnameya pir li şanazî û geşa gelê Kurdistane li xebata xwe ya rewa de ku pêwîste xwendekar û lawên xweşdivî bi îradeyekî bilind dirêjepêder bin û dewlemend bikin.
Carekî din pîrozbahiya vê helkeftê li we dikim û hêviya xweşî û serfiraziyê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
17.02.2018