Monday 10 June 2019

Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Tirkiye civiyan



Roja dûşem 10.06.2019 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî li gel Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye civiya.

Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Tirkiye pîrozbahiya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî Serokê nû yê Herêma Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û tekez li ser pêgeha Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe û girîngiya aramiya Herêma Kurdistanê kir.

Her li vê hevdîtinê de ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, her dû alî li ser pêşxistina wan peywendiyan de hevrê bûn. Her wiha Wezîrê Derveyê Tirkiyê amadehiya welatê xwe ji bo beşdarîkirina li avadankirina Musil û navçeyên din nîşan da.

Nirxandina rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.