Thursday 27 February 2020

Serok Barzanî serxweşiyê li Îbrahîm Biro kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Îbrahîm Biro Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Yekîtiya Kurdistanê Sûriye

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya xanima Estêre ya xuşka we ya birêz gihîşt me. Serxweşiyê li we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
27.02.2020