Wednesday 5 June 2019

Serok Barzanî serdana Mîhwera Xazir kir



Roja çarşem 05.06.2019 û li dûyemîn roja cejna Remezana pîroz Serok Mesûd Barzanî bi mebesta cejin pîrozkirin û hal pirsînê serdana hêzên Pêşmerge yên li sengerên mîhwer û eniya Xazir kir.

Li vê serdanê da Serok Barzanî pîrozbahiya cejnê li hemû Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê kir û her wiha li hal û guzeraniya Pêşmerge li mîhwer û sengeran da pirsî.

Serok Barzanî li hevdîtina li gel Pêşmerge û Fermandeyan pêzanînên xwe ji bo xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge hebû û silav ji bo giyanê pakê wan Pêşmergeyên qehreman re şand ku li berevaniya li kerameta gel û niştîman de canê xwe gorî kirin û şehîd bûn.