Saturday 5 October 2019

Serok Barzanî serdana Leqa Yekê Partiya Demokrata Kurdistanê kir



Roja şemî 05.10.2019 Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê serdana Baregeha Leqa Yekê Partiya Demokrata Kurdistanê kir û ji aliyê berpirsê leq û hejmarek berpirsên hizbî û îdarî ya sînorê Leqa Yek ve hate pêşwazî kirin.

Li vê civînê de Serok Barzanî li rewşa parêzgeha Dihokê pirsî û bîr û rayên xwe li gel amadebûyan li ser babetên rojevê û baştirkirina rewş û guzeraniya parêzgehê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li beşekî dinê hevdîtinê de Serok Barzanî, ji bo wê rola ku li hevkarîkirina Pêşmerge li şerê dijî terorîstên Da'îş de hebû û wê pêşwaziya germa li koçberan kiribû, spasî xelkê Dihok û cemawerê PDK ya li vê deverê kir.

Her wiha spasî endam û kadîr û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê kir ku li xweragirî û serxistina PDK li qonaxên dijwar û xizmetkirina xelkê kirin.