Friday 17 January 2020

Serok Barzanî rewşa tendirustiya Semahetî Seyîd Sîstanî pirsî



Piştî belavbûna nûçeya nexweşiya Lêvegerê Mezinê Şiiyan Ayetulla Ozma Semahetî Seyîd Sîstanî, êvariya roja pênçşem 16.01.2020 Serok Mesûd Barzanî peyamekî ji bo malbata Semahetî Seyîd Sîstanî û meqama lêvegerê re şand.

Li vê peyamê da Serok Barzanî rewş û halê tendirustiya Semahetî Seyîd Sîstanî pirsî û ji xwedayê mezin hêviya şîfa û başbûna bi lez ji Semahetî Seyîd Sîstanî re xwest.