Roja înê 15.03.2019 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û şerê Da'îş û hengavên binbirkirina terorê li Iraqê de hate nirxandin.
Li vê civînê de rewşa navçeyên maddeya 140 û hewlên her du aliyan ya ji bo çareserkirina kêşeyan xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya Hewlêr û Bexda li warê emnî û dabînkirina paşarojeke baştir ya ji bo hemwelatiyan kirin.