Sunday 9 May 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir



Roja yekşem 09.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê û şandeke li gel da kir ku ji Ferîq Rukin Ebdulemîr Şemerî Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş û Hemîd Şetrî Cîgirê Dezgeha Asayîşa Niştimanî û Lîwa Rukin Se'ed Neîm Ebdûlla Birêveberê Desteya Plandanana Operasyona Hevbeş pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya hêlên temas û êrîşên terorîstên Da'îş li navçeyên cihê nakokî li ser hate nirxandin.

Her li vê civînê de tekez li ser hemahengî û karê hevbeşa di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorîstan kirin û nehiştina astengî û giriftên li ber hemahengiya di navbera wan bi pêwîst hate zanîn.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa Şingalê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.