Sunday 27 October 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir



Roja yekşem 27.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên emnî û siyasiyên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê nirxandin û ronahî jî xistin li ser mayîna gefa terorê û bandorên wê yên li ser nearamî û asayîşa Iraq û navçeyê.

Li beşekî dinê vê civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexdayê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser berdewamî û bihêztirkirina wan peywendiyan û bi navê çareserkirina bingehîna kêşeyên di navbera her dû aliyan kirin.

Her li vê civînê de di derbarê girjî û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û her dû alî palpiştiya xwe ji bo Serok Wezîrê Iraqê ya li bi cîhkirina reform û çaksaziyan û daxwazên rewayên hemwelatiyan û xwepêşanderan dûpat kirin.