Roja dûşem 02.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê kir ku ji Belên Abdulla Sekreter û Se'îd Xalîd Cîgirê Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya sazkirina kongreya dehem ya Partiya Zehmetkêşan kir û hêviya serkeftinê ji bo serkirdayetiya nû ya wê Partiyê xwest.
Her li vê hevdîtinê de Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê spasî Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li piştevanîkirina fireh alî û aramiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê hebû.
Rewşa siyasî ya Iraqê û proseya siyasiya Herêmê û hengavên Hikûmeta Herêmê ya ji bo baştirkirina rewşa îdarî û aboriya Herêmê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.