Monday 16 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Parlemena Lubnanê kir



Roja dûşem 16.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Teymûr Canpolat Serokê Fraksiyona Dîdara Demokrat ya li Parlemena Lubnanê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de peywendiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistan li gel gelê Lubnanê bi giştî û malbata Canpolat bi taybetî bilind hate nirxandin û tekez li ser pêşxistina peywendiyên her dû aliyan kirin.

Rewşa siyasî ya Lubnan û Iraq û navçeyê û peywendiyên Hewlêr û Bexda û metirsiyên terorê mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.