Roja yekşem 16.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Kongresa Amerîkî kir ku ji Senator James Inhofe Endamê Encûmena Pîrên Amerîka û Berpirsê Lîjneya Hêzên Çekdariyên Amerîka û Serokê şandê û Senator John Boozman û Senator Marion Michael Rounds û Senator Kevin Cramer Endamên Encûmena Pîran û Trent Kelly û Tim Walberg Endamên Encûmena Nûnerên Amerîka pêkhatibûn.
Li vê hevdîtinê de ku Matthew Tueller Balyozê Amerîka li amade bû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê guftûgo kirin û şanda mîhvan armanca serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê xisterû û tekez li ser dostayetî û pêşxistina peywendiya di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdistanê kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û hikûmet û artêşa Amerîka kir ku li şerê dijî terorîstên Da'îş da piştevanê gelê Kurdistanê bûne û pêzanînên xwe ji bo dostayetiya di navbera her dû gelê Kurdistan û gelê Amerîka hebû û ragihand şerê dijî terorê lûtkeya hevkarî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê bû.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê rêyên vegerana aramiyê ji bo Iraqê û gefên terorê li ser asayîşa cîhanî de danustandina bîr û ramanan kirin.