Tuesday 3 December 2019

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye kir



Roja sêşem 03.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye ya bi Serokayetiya Siud Mela Serokê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Sûriye û pêşhatên siyasiyên dawî û meydanî û rola welatên herêmî û navdewletî li rewşa Sûriye guftûgokirin.

Her li vê civînê de her dû alî dilgiraniyên xwe yên li hebûna hewlên ji bo guherîna demografiya Rojavayê Kurdistanê û azardan û koçberkirina hemwelatiyên Kurd ji aliyê çekdarên tundrewan ve nîşanda.

Di derbarê paşaroja Sûriye û nexşerêya aliyên Kurdî yên ji bo rûbirûbûna gefan û mîsogerkirina mafên siyasiyên gelê Kurd de, Serok Barzanî şîretên pêwîst ji bo şanda mîhvan xisterû.