Wednesday 19 February 2020

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir



Roja çarşem 19.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mamosta Selaheddîn Mihemmed Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û şandekî li gel kir ku ji Dr. Hadî Elî Serokê Encûmena Serkirdayetî û Dr. Selaheddîn Babekir Kargêriya Encûmena Bicîhkirinê û Dr. Mihemed Hawdiyanî Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya serkeftina kongreya Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê li şanda mîhvanan kir û pêzanînên xwe jî ji bo rol û miyanrewî û helwestên Yekgirtî li proseya siyasî û qonaxên hestiyarên jiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê de hebû.

Her li vê civînê de di derbarê pêşhat û guhertinên siyasî yên li ser asta navçeyê û qeyrana siyasî li Iraqê û proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa Herêma Kurdistanê û gefên li ber gelê Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û hewldana destberkirina birayetî û tebayî ya siyasî û yekrêziya li pirsên niştimanî bi pêwîst hate zanîn û tekez jî li ser karê hevbeşa aliyan û sazî û damezraweyên Herêmê yê ji bo rûbirûbûna wan gefan kirin ku asayîşa civakî û perwerde û bihayên civaka Kurdistanê dikin armanc.