Saturday 8 January 2022

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hudapar kir



Berî nîvroya roja şemî 08.01.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Doza Azad(Hur Dawa Partisi) Hudapar ya bi Serokayetiya Zekeriya Yapicioglu Serokê Giştî yê Hudaparê kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinê ya hilbijartina cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûnerên Iraqê li Partî kirin û heman demê de jî hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdên vê dawiyê ya şerê Da'îş û ziyanberketiyên lehiya Hewlêrê bi Serok Barzanî ragihand.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Tirkiye û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî xistin ber behs û guftûgoyan.

Pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.