Saturday 8 January 2022

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hakpar kir



Êvariya roja şemiya 08.01.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Maf û Azadiyan (Hakpar) bi Serokayetiya Latîf Epozdemîr Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan kir.

Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Tirkiye bi giştî û rewşa Kurd û Partî û rêxistinên Kurdî yên li Tirkiye û peywendiya di navbera wan bi taybetî kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser aştîxwazî û zimanê diyalog û çareseriya medenî û her wiha peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û partiyên Kurdî yên Tirkiye kirin.