Saturday 31 July 2021

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Partiya Umeya Iraqî kir



Roja şemî 31.07.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Partiya Umeya Iraqî ya bi Serokayetiya Mehmud Husên Reza El Egîlî Emîndarê Giştî yê Partiya Umeya Iraqî kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li nav proseya siyasiya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hilbijartina paşerojê ya Iraqê gutfûgo kirin. Her wiha ronahî xistin li ser pêwîstiya parastina aramiya Iraqê û rêgirtina li kûrtirbûna qeyranan.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengî û peywendiya di navbera aliyan ya ji bo rûbirûbûna gefan kirin.