Wednesday 18 November 2020

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Hikûmeta Brîtanya kir



Roja çarşem 18.11.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda serbazî û siyasiya Hikûmeta Brîtanya kir ku ji Ferîq John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Wezîrê Berevaniya Brîtanya û Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê û hejmarek şêwirmendên Wezareta Berevaniyê û Balyozxaneya Brîtanya li Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

Her li vê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya xistin ber behs û guftûgoyê û tekez jî li ser berdewambûna rahênan û meşqê serbaziya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Metirsiyên terorê û serhildana Da'îş mijareke dinê vê civînê bû.