Wednesday 5 May 2021

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Hikûmeta Brîtanya kir



Roja çarşem 05.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Samî Samsen Ferîqê Hêzê Asmanî û Şêwirmendê Wezareta Berevaniya Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û şandeke li gel kir ku ji Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê û James Thornton Konsolê Brîtanya li Hewlêr û hejmarek ji şêwirmendên serbazî yên Brîtanya pêkhatibûn.

Li vê civînê de ku Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed û Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amadebûn, şanda mîhvan tekez li wê yekê kir ku aramî geşbûna Herêma Kurdistanê û ji aliyê Brîtanya ve girîngiya xwe ya zêde heye, ewe jî xisterû ku Brîtanya xwazyarê eweye li çareserkirina kêşeyan û derbaskirina gefên li ber Iraq û Herêma Kurdistanê rola xwe bibîne.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên terorê hatin nirxandin û di derbarê rûbirûbûna Da'îş Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku raste Da'îş li rûyê serbazî ve têkşikaye lê belê nehiştina Da'îş hewla hemû aliyane pêwîste û divê ew sedem jî nemînin ku bûne sedema serhildana Da'îş û pêwîste li rûyê fikrî û aborî û civakî ve jî şerê terorê bê kirin.