Roja dûşem 13ê Adara 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Federasyona Niştimaniya Cengawerên Dêrînê Fransayê kir ku ji Philippe Dularb Sekreter û Senator Lui Duverniwa û General Tenodor Arfara Endamên Federasyonê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo xebat û ked û qurbanîdana Serok Barzanî û Pêşmerge û gelê Kurdistanê hebû û tekez li ser berdewamiya dostayetî û peywendî û birayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kirin.
Her wiha bi mebesta bilind ragirtina xebata Pêşmerge û berfirekirina peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransayê komek bîr û raman û pêşniyaran xistin rû.
Her li vê civînê de Serok Barzanî dostayetiya di navbera gelê Kurdistan û gel û hikûmetên Fransa bi dîrokî û dêrîn wesif kir û ji bilî balkişandina bi çendîn mînakên dîrokî û serdana Serok Holland û Serok Macron, spasî gel û dewleta Fransayê kir ku herdem palpişt û dosteke mezinê gelê Kurdistanê bûne.