Tuesday 27 July 2021

Serok Barzanî pêşwaziya şanda Encûmena Lawên Kurdistanê kir



Roja sêşem 27.07.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Encûmena Lawên Kurdistanê kir ku ji Serokê Encûmen û nûnerên yanzdeh rêxistinên cemaweriyên lawên alî û pêkhatan û her wiha nûnerên rêxistinên nehikûmiyên warê karubarê lawan pêkhatibû.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan bi kurtî di derbarê kar û çalakiyên xwe û her wiha plan û bernameya Encûmena Lawên Kurdistanê ya li ser pirsa bêkariya lawan û metirsiya maddeyên hişbir û her wiha bihêzkirina bîr û hizra neteweyî û rêxistina karubarên lawan ew jî li nav çarçêweyeke hevbeş de ji bo Serok Barzanî xistin rû û daxwaz jî kirin ku Serok Barzanî piştevanê hewl û çalakiyên wan bê.

Her li vê civînê de Serok Barzanî karê hevbeşiya rêxistinên lawan bi hengaveke gelek baş wesif kir û destxweşiyê li wan kir û palpiştiya xwe jî ji bo karên wan ragihand. Li dirêjahiya vê hevdîtinê de Serok Barzanî di derbarê pirsên siyasî û gefên li ber lawan û asoyên paşerojê şîret û rûnkirinên pêwîst ji bo şanda Encûmena Lawên Kurdistanê xisterû.