Thursday 9 January 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk kir



Roja pênçşem 09.01.2010 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya David Schenker Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk û şandekî li gel kir ku ji Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr û çend şêwirmendên Wezareta Derveyê Amerîka pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraqê û girjî û aloziyên vê dawiyê ya navçeyê hatin nirxandin. Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk dûpat kir ku welatê wan pabende bi Iraq û Herêma Kurdistanê û xwazyarê ewene proseya siyasî ya Iraqê bikevê ser rêyekî dirust û aramî vegerê.

Her li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser rola girîngê hevpeymanan ya li yek alîkirina şerê terorê û hişyariya ewe jî da ku nemana hêzên hevpeymanan li navçeyê da dibê sedema wê yekê ku careke din teror li bin navên cûr bi cûr bihêz bibê.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û hengav û çareseriyên ji bo baştir kirina proseya siyasî ya Iraqê û bi cîh gihandina daxwaziyên xwepêşanderên parêzgehên navend û Başûrê Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn.