Thursday 23 January 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Werzîş û Lawên Iraqê kir



Roja pênçşem 23.01.2020 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Ehmed Riyaz Talib Wezîrê Werzîş û Lawên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Werzîş û Lawên Iraqê spasî helwest û hewlên Serok Barzanî yên li ser kûrkirina çanda pêkvejiyan û lêborîniya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistan û Iraqê kir.

Her li vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Iraqê û her wiha daxwaziyên xwepêşanderan û nifşa nû û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku pêwîste palpiştî li daxwaziyên xort û lawan û nifşa nû bêkirin û kar ji bo pêşxistina rewşa xortan û werzîşê li Iraq û Herêma Kurdistanê bêkirin.