Tuesday 10 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Plandanana Iraqê kir



Roja sêşem 10.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Nûrî El Dilêmî Wezîrê Plandanana Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Plandanana Iraqê pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li qonaxên cûr bi cûrên jiyana siyasî ya Iraqê hebû û hewlên ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyan û berevanîkirina li pêkhatan bilind nirxand. Spasî Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê jî kir ku li rojên dijwarê şerê Da'îş da mîhvandariya sedan hezar koçberên Iraqê kiriye.

Wezîrê Plandanan destxweşiyê li Serok Barzanî kir ku rênîşander û şîretê li Parlementerên Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê kiriye ji bo ku berevaniyê li maf û daxwaziyên hemwelatiyên parêzgehên dinê Iraqê jî bikin.

Her li vê civînê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û planên Hikûmeta Iraqê ya li ser proseya geşepêdana li navçeyên cûda cûdayên Iraqê û her wiha avadankirin û baştirkirina jiyana xelkê de danustandina bîr û ramanan kirin.