Thursday 29 August 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Navxweya Iraqê kir



Roja pênçşem 29.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Yasîn Yasrî Wezîrê Navxweya Iraqê kir.

Li civînê de ku Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê nirxandin. Her wiha ronahî xistin li ser wan keşeyên erêniyên ku li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine holê û bi derfetekî baş ya çareserkirina bi giştî ya kêşeyan da zanîn.

Li beşekî dinê vê civînê de tekez li ser hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexda li dirustkirina asayîş û aramî û rûbirûbûn û rîşekêşkirina terorê kirin.