Friday 18 October 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransa kir



Berî nîvroya înê 18.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa kir.

Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Fransa silav û rêzên Serok Macron bi Serok Barzanî ragihand û got: Eve cara hefteme serdana Kurdistanê dikim û min sozekî zêde ji bo vir heye û hatime silav û rêzên Serok Macron bi cenabê we rabigihînim û piştevaniya Fransa ji bo gelê Kurdistanê dûpat bikim.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê, bi taybet metirsiyên serhildana terorê û rewşa Bakûrê Sûriye guftûgo kirin.

Serok Barzanî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe ya ji bo rola Fransa ya li piştgîriya berdewamiya doza gelê me, carekî din dilgiraniya xwe ya di derbarê rewşê û çarenivîsa Kurd li Sûriye ji bo Wezîrê Derveyê Fransa ronahî kir û ragihand: Her çareseriyek ji bo vê rewşê bê pêşniyar kirin û li her rêkeftinek da pêwîste qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurd li Sûriye li ber çav bê girtin. Carekî din jî daxwaz kir Fransa wekî dostekî herdemi ya gelê Kurdistanê û beşekî girîng ya li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê, ji bo rêgirtina li guherîna demografya navçeyên Kurdnişînên Bakûrê Sûriye û rûdana karesatan de rola xwe bibîne.

Her li vê hevdîtinê de bi hûrî behsa metirsiyên serhildana grûpa terorîstiya hevawayê Da'îşê kirin û Wezîrê Derveyê Fransa dilgiraniya welatê xwe ya li egera serhildana terorê li rewşa xerab ya navçeyê da derbirî û tekez li ser berdewamiya hevpeymanî û hevkariya Fransa û Herêma Kurdistanê li dijî terorê kir.

Serok Barzanî ragihand ku mixabin ew rewşa bingehek ji bo serhildana Da'îş û grûpên wekî wê rexsand hê jî maye û aloziya rewşê xizmeta serhildana wan dike. Serok Barzanî tekez jî kir ku şerê terorê nabê tenê serbazî bê û pêwîste li rûyê civakî, siyasî, aborî û fîkrî ve reg û bingeha wan grûpên terorîstî bê hişk kirin.