Wednesday 19 February 2020

Serok Barzanî pêşwaziya siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kir



Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya kesayetî û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kir.

Li vê hevdîtinê de rewşa giştiya navçeyê û gûhertinên dawî û pêşhatên siyasî xistin ber behs û di derbarê rewşa gelê Kurd li Rojhilata Navîn de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peyama aştiyaneya gelê Kurdistanê û li ber girtina rêya diyalog û hevdû têgihiştinên ji bo çareseriya kêşeyan kirin.

Li beşekî dinê civîna di navbera Serok Barzanî û Osman Baydemîr de, nêzîkbûna aliyên Kurdan û gotara aştîxwazaneya hevbeşa neteweyî bi pêwîst hate zanîn.