Roja şemî 19.05.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Îtîlafa Watanî ya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û derencamên hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û ronahî jî xistin ser qonaxa piştî hilbijartinê û hevkêşeyên siyasiyên nû û her wiha paşaroja peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda.