Roja sêşem 10.11.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Şêx Nehro Kesnezanî Hisênî Serokê Terîqeta Eliyey Qadirî Kesnezanî li cîhan kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa giştî ya Kurdistan û Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez li ser çirkirina hewla hemû aliyek kirin ku ji bo bihêzkirina giyana tebayî û birayetiya di navbera çîn û tiwêjên civakê û parêzgarîkirina li bihayên bilindên dîndarî û xwedênasî û pêkvejiyanê kirin.