Roja şemî 09.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer Serokê Meşrûî Erebî û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û hewlên ji bo temamkirina pêkhata hikûmeta nû ya Iraqê û palpiştî kirina li Serok Wezîrê Iraqê û kabîneya wî guftûgo kirin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê pêkanîna aramî û dûbare avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên şerê Da'îş de danustandina bîr û ramanan kirin.