Roja yekşem 17.10.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Ezm kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û çawayiya birêveçûna hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê guftûgo kirin û ronahî xistin li ser qonaxa piştî hilbijartinan û her du alî hêvî xwestin ku encamên hilbijartinê bibê sedema pêkanîna aramiyê û rasterêbûna proseya siyasiya Iraqê.