Tuesday 30 October 2018

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Girdbûneweya Komara Iraqê kir



Roja sêşem 30.10.2018 li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Se'ed El Cenabî, Serokê Girdbûneweya Komara Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, ku Casim El Helfî, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Şu'î(Komunist)a Iraqê amade bû, rewşa siyasî ya Iraq û proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê xistin berbehs û guftûgoyê.

Her li vê civînê de, behsa rewşa bajarê Kerkûkê kirin û tekez kirin ku divê rewşa bajar bê asayî kirin û Kerkûk wekî mînaka pêkvejiyana pêkhatên bajêr bimîne.