Sunday 6 September 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir



Roja yekşem 06 Eylûla 2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê hate guftûgo kirin û ronahî jî xistin li ser proseya siyasiya Iraqê ya li qonaxên pêş de. Her wiha tekez jî li ser hemahengî û karê hevbeş ya aliyan ya ji bo çareserkirina qeyranan kirin.

Danustandina bîr û ramanên li ser çareserkirina girift û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê civînê bûn.