Sunday 22 December 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir



Roja yekşem 22.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Dr. Fuad Husên Wezîrê Darayî ya Hikûmeta Iraqê amadebû, rewşa siyasî û pêşhat û guhertinên dawî ya proseya siyasiya Iraqê nirxandin. Her wiha di derbarê rêyên çareseriya ji bo qeyrana niha ya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê civînê de ronahî xistin li ser babeta guherîna yasayan ya li Encûmena Nûnerên Iraqê bi taybet yasaya nû ya hilbijartinê û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku her guhertinek pêwîste li xizmetkirina berjewendiya hemwelatiyan û welat da bê.

Rewşa siyasiya li asta herêmî û navçeyî mijareke dinê vê civînê bû.