Thursday 19 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir



Roja pênçşem 19.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed El Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Hêmin Hewramî Cîgirê Serokê Parlemena Kurdistanê amade bû, rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên Hewlêr û Bexda guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser sûdwergirtina wê rewşa erênî kirin ku li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye holê. Eve jî bi navê çareserkirina bingeha kêşe û giriftên di navbera Hewlêr û Bexda û li bin ronahiya destûra Iraqê da be. Ji bo vê mebestê jî tekez li ser berdewamiya peywendî û şêwirîna her dû aliyan kirin.