Saturday 21 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dîwana Serokayetiya Komara Iraqê kir



Roja şemî 21.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nesîr Elanî Serokê Dîwana Serokayetiya Komara Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin.