Tuesday 27 August 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bereya Diyaloga Iraqê kir



Roja sêşem 27.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Salih El Mutlak Serokê Bereya Diyaloga Iraqê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek li endamên Mekteba Siyasiya Bereya Diyaloga Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bû, di derbarê guhertinên dawî û pêşhatên siyasî yên li ser asta Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha ronahî jî xistin li ser wan çareseriyên siyasî ku dibine sedema pêşveçûna proseya siyasî û aramî û binyatnana dewleta medenî.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser berdewamiya peywendiyên di navbera her dû aliyan û hemahengiya sîyasî û Parlemenî kirin.