Saturday 11 January 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Wezîrê Iraqê kir



Roja şemî 11.01.2020 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqê û şandekî bilinda Hikûmeta Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhat û aloziyên vê dawiyê ya Iraq û navçeyê hate guftûgo kirin û Serok Wezîrê Iraqê pêzanînên xwe ji bo helwesta Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li ser rûdanên vê dawiyê ya Iraqê hebû û bi helwesta hevseng û bilind da zanîn û tekez jî li ser hemahengî û birayetî û peywendiya berdewamiya her dû aliyan kir.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku xwazyarê eweye kêşe û qeyranên Iraqê çareser bibin û li gel ewedaye ku ji bo nehiştina giriftan, çareseriyeke dûrî li muzayedat û eqilane û li çarçêweya mekanîzmên destûrî li ber bê girtin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de her dû aliyan tekez li wê yekê kir ku peywendiyên di navbera Herêm û Bexda ketiye qonaxekî erênî û nû û berdewamiya wê keşûhewaya erênî ya di navbera her dû aliyan bi pêwîst hate zanîn.

Gef û metirsiyên bihêzbûna terorîstên Da'îş mijareke dinê vê civînê bû.

Hêjayî gotinêye li vê civînê de Fazil Mîranî Sekreter û Dr. Roj Nûrî Şaweys û Hoşyar Zêbarî û Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed û Ce'fer Emînkî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.