Tuesday 15 November 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqê kir



Roja sêşema 15.11.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr. Letîf Reşîd Serok Komarê Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên wê yên di nava proseya siyasî û hengavên hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin û her du alî palpiştiya xwe ji bo hikûmeta Iraq û bi cîh kirina bernameya hikûmetê dûpat kirin.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên Iraqê û welatan û civaka navdewletî û tekez li ser rol û pêgeha Iraqê li navendên herêmî û navdewletiyan kirin. Her wiha ewe jî xistin rû ku pêwîste giriftan dûrî li zimanê gefan û li ser bingeha diyalogê bêne çareser kirin.