Roja pênşem 06.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraqê û proseya pêkanîna hikûmet û raspardina Serok Wezîrê nû yê Iraqê guftûgo kir.
Her wiha di derbarê çareseriyên derketina Iraqê ji qeyranan û vegerana aramî û bi cîhkirina daxwaziyên xwepêşanderan de danustandina bîr û ramanan kirin.
Peywendiyên Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê civînê bû.