Roja yekşem 01.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Fuad Mehsûm Siyasetmedarê Kurd û Serok Komarê berê yê Iraqê kir.
Li vê hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên li asta Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her wiha proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser pêwîstiya tebayî û birayetî û yekrêziya aliyên Kurdistaniyan kirin.