Roja pênçşem 05.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Selîm Cibûrî Emîndarê Giştî yê Partiya Girdbûneweya Medenî Çaksazî (Kar) a Iraqî kir.
Li hevdîtinê de ku Elî Husên Berpirsê Mekteba Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bû, guhertin û pêşhatên siyasiyên dawî ya li ser asta Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan. Birêz Cibûrî rola Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê li rasterêkirina proseya siyasî û aramî û binyatnana dewleta medenî de bilind nirxand.
Her wiha tekez li ser berdewamiya peywendiyên di navbera her dû aliyan û hemahengiya siyasî û Parlemenî kirin.