Sunday 15 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Raberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir



Roja yekşem 15.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mamosta Îrfan Abdulezîz Raberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir.

Li vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî guftûgo kirin û tekez jî li ser pêwîstiya yekrêzî ya aliyên Kurdistaniyan ya ji bo derbasbûna ji gefan kirin.

Peywendiyên her dû aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.