Tuesday 21 January 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Nînowa kir



Roja sêşem 21.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Necim El Cibûrî Parêzgerê Nînowa kir.

Li hevdîtinê de rewşa bajarê Musil û navçeyên dinê Parêzgeha Nînowa û rewşa avadankirina navçeyên azadkirî û bar û guzeraniya koçberan û her wiha astengiyên li ber vegerana koçberan ji bo navçeyên wan hate nirxandin.

Metirsiyên serhildan û bihêzbûna terorê û pêwîstiya hemahengiya aliyan ya ji bo rûbirûbûna terorê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.