Wednesday 22 January 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Musenna û şandekî li gel kir



Roja çarşem 22.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed Menfî Cewde Parêzgerê Musenna û şandekî li gel kir.

Li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhat û pêşketinên dawî ya Iraqê hate nirxandin. Her wiha Parêzgerê Musenna spasî helwest û xemxoriya Serok Barzanî ya li ser qeyranên Iraqê û her wiha yarmetîdana Parêzgehên Başûrê Iraqê kir û ragihand ku xelkê Semawe û Parêzgeha Musenna sozekî taybetî ji bo Serok Barzanî heye.

Her li vê civînê da şanda mîhvan ji bilî balkişandina li rewşa nebaşa siyasiya Iraqê daxwaz kirin ku ji bo çareserkirina wê qeyrana kûra ku niha li Iraqê da heye Serok Barzanî rola xwe hebe.